Zeynep Kinaci

 

 Cihê her kesi di romanê de heye...

Çima keç tên? Jin çima tên? Ji bo min ev zilamtî hinekî derbas kiriye tên. Ev gelek vekiriye. Zilamê qilasîk bin dikeve. Ev jî girêdaneke mezin, weke di rastiya Zeynep Kinaci de jî diyar dibe rê li ber qehremaniyeke mezin vedike. Mesala, nameyên ku ji bo min nivîsandî hene. Ez dizanim, wê çawa bi bîranîna min ve girêdayî be. Wiha, wê çawa min temsîl bike? Ez çawa hewl didim xwe bi vî rengî formûle bikim. Yanî di bingeh de tişta wê anî vê bûyerê, zilamtiya me ya ku me kuştiye.

Ev keç, di nameyên xwe de jî nirxandinan dike. Dibêje; “Dixwazim mezin jiyan bikim. Dixwazim bibim xwedî çalekiyek mezin, jiyaneke mezin û heskirinên mezin. ” Gelek tiştên mîna van dibêje.

Li gorî min ji bo vê ev çalekî pêk anî: Weke jin careke din xwe tine dike. Jina kole misoger tine dike. Û tişteke din a ecêb heye: Ya rastî bawer nake ku dimire jî. Dema diçe çalekiyê xwedî şanaziya jiyanê ya herî mezine, tiştek rewşek bêhempa ye! 30 kîlo dînamîtan bi her cihê wê ve girêdayî, ewqas bi hêcan, ewqas bi coşe ku nayê ziman! Dibêje; “Ez li wir jiyaneke mezin dibînim. ” Ji xwe çalekî min gelek bicoş dike. Bûyerek ecêp jî eve. Xwe balkêş tine dike. Ji hêla din ve jî ewqas jiyandar dike. Ya rastî hêjî nakokiyek girînge. Divê bê fêmkirin. Ger ku rêza we heye, ev bûyer, ev kesayet li gorî min bi wate ye. Elbet nirxandinên pir girîng hene. Bi xwe li holê ye. Encama ku min girt, çima pêwendiya wê ya bi min re evqas pêşket. Bi sedan keçên bi vî rengî hene.

Ev rasterast dibe evîn.

Dibe zimanê wê.

Jina ku dixwaze mezin jiyan bike, jina ku dixwaze mezin hez bike, jina ku hemû nexweşbûnan mehkûm dike… Ev zelalin. Nayê nîqaşkirin! Wê çawa pêkbê?

Ma vê keçê qet jiyan kir? Yan jî ev keç ji jiyankirinê tirsiya? Nexêr!

Gelo bi wê bombê çi kir xwelî, çi tine kir? Metingerî, axatî, newekheviya jin-zilam hemû tine kir ne wisa? Ew çalekî bixwe eve. Çû nîvê, serbazên mêtingeriyê tine kir. Û ji xwe dibêje min; "Min feodalîteya di navbera jin-zilam de tine kir. Aliyê zilam yê nexweşik dike tine kir. " Ev hemû nivîsandine. Yek jî dixwaze mezin jiyan bike. Di wateya gelek azad de ye. Dixwaze gelek mezin hez bike. Ew jî di wateya gelek xweşikbûnê de ye. Çalekî ji bo wê ye û pêktê.

Dibêje; "Belê heval!", "tu Tişta ku dixwazim bikim dizanî” û “wê tu tiştên pêwîst bicî bînî. "

Ez vê weke fermaneke xwudê dinirxînim.

Û em ê jî weke evd tişta pêwîst dike bikin. Yanî weteya ku ji vê re bê dayîn eve. Wê sepandineke ji vê mezintir nabe. Çawa dibe ku çalekiyek mezin cidî neyê girtin? Kes fêm nake, zilam fêm nakin. Ez di bin fermana xwudê de me. Ya rastî ev nêzîkbûna min jî heye. Min got;“ev fermana xwudê ye, ez ê çi bikim?” Ez ê bicî bênim. Gotinek bi qasî ya xwudê bi bandore.  Madem ku wê ev çalekiya mezin raber kir; evdekî weke min, çima xwedî li pêwîstiya sondê dernekeve? Ez ê niha vê vebêjim, neçarim. Ev çalekiyek mezine; ji ber wê pêwîstiyên wê bicî bên. Min pêwîstiyên wê ji we re rêz kirin. Di gotinên wê de rê ji hêsanbûnê re nîne. Di qiseyên wê de rê ji dirûtiyê re nîne. Ev çalekî bixwe înkara van hemûyane. Cîh nade sivikbûna jinê jî. Niha wê halê me çibe? Gelek zehmete. Lê di heman demê de bûyerek bi semyane.

Vaye, evîn! Evîna mezin! Bi Mem û Zîn re jî heye.

Hin şibandinên wisa ecêb dikare bê danîn. Di me de hinek hêz heye. Hêza nêzî evînê bûyîn heye.

Ez şervanên me yên li Botanê dişibînim Mem. Keçan jî dişibînim Zîn'ê.

Ancak wisa wate didinê. Em dixwazin wan jî derbas bikin. Em dibêjin pêkanîna evînê. Ev îradeya te heye. Lê çawa? Bi mirinê nabe. 300 sal berê Mem û Zînê ew kir. Divê tu wê derbasî jiyanê bikî. Di me de bi Zeynep re hat kirin. Ger ku hêza te heye wê derbasî jiyanê bike. Çawa ku Zeynep bi çalekiya xwe ya ku 50 serbaz û leşkerê dijmin, di ciheke mîna Dêrsimê de, li cihê ku herî zêde qetlîam lê çêbûne, lêdixe û pêktîne? Û di warê leşkeri de jî teknîka bikar anî, gelek baş, bê qusure. Wateya wê ya siyasî mezine. Hecma wê ya serkeftinê sedî sede. Başe ma tu? Tu milîtaneke wisayî ku artêşa amade belav dikî. Em ê çawa vê milîtaniyê ji bo evînê qebûl bikin? Nayê qebûlkirin. Ger ku Zeynep pîvaneke; zilamê wisa her roj deh qusurê wî heyî, heskirina wî ya ji jiyana mezin re nîne, çalekiya wî ya mezin nîne, artêşa amade belav dike, ew zilam nabe ku aşiq be. Nikare nêzî Zeynep bibe. Heta wê cihê wî nebe. Ev zelale, divê êdî ev bê fêmkirin.

Zîlan xwedavenda min e. 

Yanî yên wisa wê bên heskirin.  Nikarî bêjî ku nêrîneke pir zalimtî ye… Min ji vê re rê vekir, lê ya ku pêk anî Zeynep bi xwe ye. Dil ya wê ye, cesaret ya wê ye. Wê rêza te hebe! Dibêjim; “Bre jin, bre keç!” Elbet wê teorik be.

Ji ber risteyên xwe bêqusur got û nivîsand jî. Çalekiya xwe jî bêqusur kir. Ger ku wesiyeta wê ji min re be, ez ê cidî bigirim.

Wiha, ger ku gengaze divê rewşenbîrên me, romanvanên me van rastiyan bibînin.

Jiyana Kurd zaferê qezenc dike.

Bi baweriyeke mezin, daneyek pir mezin a azadiyê çêbû.

Ez li welatê xwe digerim.

Ez li dîroka xwe digerim.

Ez li hezkirinên xwe yên min winda kirî digerim.

Ez li xwe digerim.

Ez êdî dixwazim jiyan bikim.

Her tişt bêhn bi bêhn rizgar dibe. Her tişt hinek jî kêlî bi kêlî hildiweşe û ji nû ve tê afirandin. Em qala demên berfireh, demên kin, henaseyên berfireh nakin, em qala henaseyên kurt dikin.

Em qala dariştina salên ku ketiye nava demeke pir kin dikin.

Ev ji hêlekê ve jî jiyana ku di sed salan de hatiye windakirin, ji bo di gerdûnê de berfireh bibe û veguhere kakilek nirxan, bi lezek mezin dişibe lêhûrbûnê.

Kombûn, ewirbûn baranbûn û germî bi germî hatina xwarê.

Ev di Kurdistanê de dibe qanûna jiyanê.

Êdî dixwazim misoger bim, êdî dixwazim bibim barana di welatê min de kom bûyî hemû xaka geliyên welatê min têr bike, dixwazim bibim gol, bibim lêhî. Bêguman ev pêşketinên pir bi coşin.

Bi ti awayî çîrok fêm nabe.

Divê bê fêmkirin. Ji ber di tehlîla dawî de PKK çîrokeke, yanî çîrokek hatiye jiyankirine. Divê ev şaş neyê fêmkirin.

Romaneke!

Romaneke nêzî bist sale ku hemû tirkiyê jiyan dike û heta bala cîhanê jî kişandiye û her ku diçe tê xwendine. Him jî romaneke zindiye. Her şev bi milyonan Tirkiyeyî, Kurdistanî, Başûrî, Bakurî vê romanê dixwînin. Hinek bi hêcan, hinek bi hêrs, hinek harbûyî, hinek qêrînên kêfxweşiyê ve beşik û rûpelek ji romanê dixwîne. Ya rastî jî niha tişta em bi tirkiyê didin jiyankirin romaneke. Ancax tenê romanek dikare evqas bi hêcan bike, bi hêrs bike, kêfxweş bike, kîn bigire, dide kêfxweşkirin û qêrînên tolgirtinê bide avêtin.

Rewşa Tirkiyê ya aborî di astek pir mezinde û bi milyonan mirov hatine ber sînorê birsîbûnê sekinîne. Ecêp! Ti aborî dema wisa dibe bêyî teqîna civakî derbas nabe, dibêjin; “Ev gelê tirkiyê çima nateqe. ” Roman heye, ji ber romanê nikarin nefes bigirin û bistînin. Ketine bin bandora sihra romanê. Çiye ev? Bandora şerê taybet, pêla şovenîzmê, tirs, îşkence ye. Ev hemû parçeyên romanê ne.

Cihê her kesi di romanê de heye.

Divê ev baş bê fêmkirin. Ev şerekî mezine. Yê ku hêza wî/ê hebe bila fêm bike!

Ma çi û çi di vê romanê de hene? Hêjayî têgihiştinê ye. Yek jî di nav de gelek kesayet heye. Tîpên ku dilê mirovan vepirtikînin  (hoplatan) dike. Di heman demê de romanek rasteqîne. Tenê bi xeyalan re nameşe. Romaneke bi rastiyên bêeman yên siyasal û leşkerî ve dimeşe. Em çi bikin? Şêweyeke din nayê meşandin. Roman di welatên din de 50 sal berê tên nivîsin. Piştre şerê wan çêdibe yan jî piştî şerê dayîn 50 sal şûnde tê nivîsandin û bi hêcaneke mezin tê xwendin. Niha di nava me de ne bi vî rengî ye. Di nava me de weke ku beriya şer roman nîne, piştî wê jî wê çênebe. Wê hemû di nava hev de bê jiyîn. Roman wê di nava şer de bê nivîsandin.

Romana şer.

Wê roman jî şer bide jiyîn. Yan jî şer bixwe romaneke. Em dixwazin wisa li jiyanê bê meyzandin, bêgûman ger ku hêz hebe. Ji ber wê yekê divê bibe sinetkar, artîst. Xwezaya vî karî bi vî rengî ye.

Yên ku dixwazin beşdarî romanê bibin hene. Wê demê bila cihê xwe diyar bikin. Ma tu dixwazî di romanê de nûnertiya qehremantiyê bikî? Divê cihê vê jî baş bê diyarkirin. Ma tu dixwazî di romanê de tipa her tim diçe binkeftinê bidî jiyîn? Divê ew jî bê fêmkirin. Ma tu dixwazî di romanê de nûnertiya azweriya mezin bikî? Divê hewl bê dayîn ev jî bê fêmkirin, jiyankirin.

Dibêjî na?

Ma tu dixwazî nûnertiya xirabûn, fitne-fesadiyê bikî? Divê hewl bê dayîn ev jî fêm bibe. 20-30 kesên bi vî rengî yê romana me hene. Kêm-zêde serbendê hemûyan derketiye holê. Em çi bikin? Ev kar wisa dibe, bi awayeke din jî di vî welatî de, ji bo vî gelî xeyal pêk nayên. Bijî ji me re ku, me herkes kir xwedî hêcana romanekê. Elbet, rewşa min hînek din cewaztire. Ma ez nivîskar im? Lîstikvanim? Di serî de zêde nayê cudakirin. Ma tîpek di nava romanê de me, yan jî her tim diafirînim? Ez bawerim ev jî weke mijareke ku zehmete bê fêmkirine. Lê ez neçarim him binivîsim, him jî kesan bidim lîstin.  Çareyeke min dîtir nîne.

Pêwîstî bi romaneke vejînê heye.

Dubare destnîşan dikim. Ji niha ve heta bêjî roman beşekê bi hêcan jiyan dike. Em vê jî bêjîn, a rastî hemû beşên wê bi hêcanin. Weke kes romana min beriya 40 sal berê destpê dike. Di romanê de cihê Kemalîzmê heye. Hûn çima fêm nakin? Çawa êrîş dikin? Çawa lê dide? Çawa dişewitîne? Çawa di zinaran de digindire? Çawa bi hijmet dipijiqe? Çawa îmha kir? Di her cihê welat, gel, mirov lê ye hijmet barand û dibarîne. Hûn çawa ji warê we derkirin paqijkirin? Hûn çawa bê kesayet hiştin? Hûn belavî hemû cîhanê kirin. Hûn ji koka we qut kirine, zer û cilmisîne.

Ev romanvanê we yê herî mezin, çima nikare rastiya xwe ji we re binivîsîne? Ji ber hêza wî nîne. Çima leşkerekî me, qehremanekî me nikare mezin bilîze? Hêza wî jî nîne. Hemû ji min re maye. Karekî zehmete lê, ger ku wê bi awayeke din cuda çêbibe, elbet wê başiya herî mezin ji min re hatiba kirin ev bûya.

Serok APO