MÎNA ZİMANÊ RASTİYÊ W 2

 

 Huner; li hemberî belaviyê û fetisandinê peydakirina çareserî û henaseyê ye...

Ji bona xîtabê divê guftûgo hebe, ji bona vê jî divê mirov bihêz be. Yanî divê mirov nûnerê rastiyek qewîm be. Ger girêdana wî bi rastiyan re, bi siyasetê re, bi rastiya civakî û çandî re, heta bi zanistê re qut be, wê gavê tê mîna belengazekî di holê de bimînî.

Ya rastî zimanê leşkertî û siyasetê zimanê bi hêzbûnê ye. Kesayet, şêwaz û heweya wê; otorîter û serweriyê esas digire. Hemû avaniya navend û fermandariyê jî bêçaretî û şaqiziyê daxivin. Hînbûna kesayeta siyasî û leşkertiyê bi destnexistine. Ger di vê mijarê de kesayetek xurt a leşkerî, siyasî û rêxistinî hebe teqez wê serwer, desthilatî û di vê mijarê de ti astengî nas nake pêşbikeve. Lê ev kesayet mezûnbûna heyî û derfetên rêkûpêkkirinê di nav nebesiya xwe de difetisîne. Aha zimanê ji rastiyê qut, erzan û demagojîk eve. Zimanekî ezop girtiye, çi daxive ew jî nizane û fêmnake. Hewa, şêwaz, tempoya wî nabe desthilat, berevajî wê dibêje: “Ez nikarim bikim, ez têk çûme, bêçare me, derdên min hene, di her kêliyê de dibe ku ez bimirim, pir zêde şansê min ê jiyanê nîne. ” Divê teqez ev tişt bên derbaskirin.

Çawa ku li hemberî dagirkerî û hemû cûre paşverûtiyê em qala şer dikin; divê li hemberî vê teşe, ziman, şêwaz û tempoyê jî em bêjin bes û tekoşîna wê bikin. Yên ku xwe di van hêlan de têr nekirine nikarin jiyanê jî pêş bixin.

Divê bê gotin ku: “Ez bi qasî bes bim, divê di cihê xwe de rasteqîn tevgerbigerim. Divê ez baxivim, divê ez baş bêm fêmkirin. ” Weke din jî xîtabî mîlyonan dikin. Yên ku hunerek wisa pejirandine şaşitiya peyvan jî nakin, hele hele di helwes de ti carî kêmaniyê nakin. Nabe bê gotin ku “Ez nehatim fêmkirin, min tiştên hundurê xwe dernexist derve. ” Ger mîlîtanek milên xwe yên wisa jî rast neke li ku ma şoreşgerî?

Têkiliyên ehpabçawîş di hemûyan de serwere. Ehpapçawiştî, zimanê fesadiyê, axaftinên dervî siyasetê û bê eleqe di jiyanê de ji sedî notin. Ev ne zimanê milîtane. Jiyana mîlîtan wisa nameşe. Ez li hemberî yek anjî hezar kesî jî bim, ez zimanê xwe ji dervî rastiyên siyasetê bikarnayînim. Ezê teqez mijara siyasî û leşkertiyê serwer bikim û ezê li derdora wê bizivirim, hemû kesî jî bidim zivirandin. Zilamên erkê, zilamên mîlîtan û mîlîtanê pispor wisanin.

Bi salane mirovên Kurd xwe negihandine zimanekî qewîm. Zarok jî piştî heft û heşt salî ya xwe xweş daxivin. Diyare ku tembeltî û hevnegirî heye. Kesê ku kadrobûnek siyasî ji xwe re kiriye karekî bingehîn, divê pêdiviyên vê jî di xwe de bicîh bîne. Li şûna vê rojane hemû cûre kêmanî tên ferzkirin. Tişta ji polîtîkayê tê fêmkirin xwe mîna zarokan ferzkirine. Zimanê xwe yên mehelî jî hîn neguhertine.

Li hemberî rastiyan mezinbûna siyasî ya partî û artêşê winda dibe. 

Teşe û cewher wisa tê destgirtin. Salên dirêj jî bikişîne divê mirov bizanibe xwe pêşbixe. Di dibistanên Tirkan de jî li pir başiyê digerin, nexasim li dibistanên leşkerî teşegirtin bê qusûre. Bes sedî salane bi wê jî bawerkirine. Serbazek Tirk hemû tiştê xwe denydarê xîtab û ûslube. Gotinek ne di cih de, hevokek bê qudret û otorîte nabêje. Axaftin, tempo û şêwazê wî ji serî heta dawî otorîte ye. Yên Kurd jî mîna zimanê Keloxlanê reben û ezope. Yanî ûslub, şêwaz û tempoya mirovên têkçûyî û hukum nakê ye. Madem hûn dixwazin bibin desthilat û siyasî, vaye rastiya wê eve. Lê hemû tevgerên we ji rastiya rêxistinê dûrin. Têkîliyên kûrbûna siyasî û rêxistinî esas nagirin. Hest û azwerî ji naveroka siyasî dûrin. Dernaxe zanebûnê ji bo çi jiyan jî dike. Lewra belavbûna îradeyê heye. Piştî rewşa pergal û sazûmanî çênebe nêzîkbûnên întîharî derdikevin. Ji ber îhmalkariya salan, dema erkek bingehîn tê dayîn li hemberî wê dibe hacûc û bi windakirin û negihiştina pêdiviyan bersiv dide. Ji ber vê perwerdeya siyasî girînge.

Peyva “siyasî” terbiye di nav xwe de dihewîne; “seyîs” hunermendê terbiyê ye. Terbiya gel, paşê ziviriye terbiya mirovê siyasî. Lê di rastiya Kurd de tevlihevî li lûtkeyê ye; hemû teşeyên kirêt û uslûbên nebes hene.

Divê ev uslûp bê derbaskirin.

Ger hûnê siyasî bijîn, siyasî baxivin, siyasî temaşe bikin, divê hûn li hemû aliyan siyasî biteyisîn, leşkerî baxivin, leşkerî jiyan bikin. Hûnê ti carî girêdana xwe ya bi rastiyên leşkerî û zagonan winda nekin. Teşeyek fîzîkî ya qewîm, teşeyek giyanî û vegotina wê, ger gengaz be şahanekirina wê erkek jiyanî ye. Bi erkan nayê lîstin, yekser nayê derbaskirin, li gorî hêzê pêdiviyên wê tên kirin. Ziman û beden jî heye; lê bikar neanîye, ne hatiye teşekirin. Her kes dikare teşeyê bê qusûr bike. Di şaşiyan de israr, gotina “Ez wisa çêbûme, ez wisa mezin bûme, ez nabim zilam” tişta ku dagirkerî dixwazê ye. Zimanê ezop ku wan bi me vekiriye, zimanê bindest û têkçûnê ye. Ev jî tê wateya neyekser jiyankirina dagirkeriyê. Lê ti mafê milîtanekî bandorên dagirkeriyê di beden û zimanê xwe de jiyan bike nîne.

Ger hemû tiştên me gotî milîtanên me girtibin; ew bilêvkirin, bi şêwazekê vê dayîn, mîna quralek şoreşê rewa bike; mîna tarîfa hunera şoreşgerî ya herî xweşik, dê bikarin weke destpêka herî cewherî ya bi bandor û encamgirtinê binirxînin.

Kesayeta rakêşwer û herikbar divê bi rastiyên bingehîn û zimanê wê ve girêdayî be. Yên ji rastiyan benê xwe qut kirine demogokin, çiqasî bi ziravî jî baxive ew ziman dirêjeke. Ziman çiqasî rastiyan bilêv bike, ewqasî dikare risteke xwe mezin bilîze. Lê heta gengaz be wê karibe di nav xwe de xweşikbûna şêweyê bibîne. Ger bandor tê xwestin ev neçare. Em ji tevgerên lep û milan bigirin, heta hewaya meşê, em ji şêweya mêzekirinê bigirin heta hemû cûre şêweyên têkiliyan, wê her li xweşikbûnan bigere. Mafê ti şoreşgerî nîne ku yekî din bi helwest û zimanê xwe xemgîn bike, tengav bike, kirêt bike, hêrs bike û rakişîne. Her şoreşger bi zimanê xwe jiyanê hêsan dike, têkiliyên xwe bilind dike, xweşik dike, jiyanê bi wate dike. Kesê ku bi helwestên xwe her tim heval û gele xwe tengav dike; misoger ew di şêwe û cewherê xwe de jî lewaztiyê jiyan dike. Wî ev, hew di teşe de aniye ziman. Her wiha di cewher de tiştek negirtibe û vê dernaxe derve tê wateya ku nikare xwe bi çalek bike. Ger li gel netiyisîne  (Ev jî tê wateya di erken xwe de binkeftî mayîn an jî xwe di meşa serkeftinê de weke bê pêlav û tazî hiştin û meşine), teqez ew nikare ti bandorê li derdorê jî bike. Şoreş her wextê şêweyek xweşik, zimanekî xurt û hewayekî bihêz dixwaze. Hewa, tempo û şoxûşenga şoreşgeran heye. Ji bona ev wateyekê îfade bikin divê girêdana wan a bi rastiyên mezin ve bê çêkirin.

Bi van ve girêdayî em dikarin li ser rista huner û wêjeya şoreşê jî bisekinin. Em dikarin di çarçoveya pîvanên girêdana bi şoreşê ve li ser van çalekiyên civakî jî çend gotinên bingehîn bêjin.

Wêje; ji helbest heya romanê, ji bîranînê heya hevpeyvînê gelek cûreyan di nava xwe de dihewîne. Wêje bixwe, hunerekî nivîs nivîsandinê ye. Huner jî qadên berfirehtir di nava xwe de radigire. Lê di çalekiya mirov de, di rastiya civaka mirov de cihê hunerê girînge.

Di esasê xwe de eger huner hîn zêdetir bi gelemperî be; ew jî çalekiya afirandina mirove.

Weke pênaseyek giştî, şêwazê afirandina mirove, an jî teşegirtina civakî ya ku mirov ji serdema destpêkê heya roja me ya îro domandiye; avakirina fikrê ye. Her tiştê ku ji bo vê hatiye kirin, dikeve nava têgîna hunerê. Teknîka hilberandinê jî hunereke. Teknîka fikirandinê jî hunereke. Huner, bi dayîkbûna mirov re evqas girêdayî ye.

Zanista mirov a yekemîn, sêhr û dîn’e.

Di esasê xwe de ev jî hunerin. Teknîka mirov a yekem pir hêsane. Dibe ku jêkirina şivekê be jî. Teknîkekî nêçîrvantiyê ye. Ew jî hunereke, lê belê her ku civak pêş dikeve, weke şaxên zanista aborî, polîtîka û civaknasî jihev cihe dibin û qada hunere jî her ku diçe teng dibe. Wêne kişandin, nivîs nivîsîn, peyker çêkirin, deng, mûzîk û hwd. weke qadên hunerê tên hiştin.

Dîroka hunerê, li ser civakan radiweste. Hûn dikarin di pirtûkekî wisa de her tiştî peyda bikin. Tişta ku ji bo şoreşê pêwîste, aliyê wê yê pêşveçûyî û baldarê şoreşê ye. Ango ka çiqas li pêşiya pêşketinê dibe asteng an jî çiqas li pêşiya pêşketinê vedike? Bi demê re strana Kurdî ya ku min baş guhdar kirî, ez ber bi pirsgirêka netewî ve birim, têra xwe bandor li min kiriye. Ev jî tê wê wateyê ku, straneke baş an jî keseke ku ev stran bi awayekî baş vegotiye, ez kişandim şoreşê. Evqas hêzeke wê ya bandorkirinê heye. Piştre dema em daneyên hûnere yên biheybet dibînin; ango dema me peyker, abîdeyên hunerê, mizgeft, xanî, kerwansaray û hwd. bi awayekî pir kûr bandor li me kirin û em ber bi lêkolînkirinê ve, ber bi afirandina hestên xweşik ve birin û kir ku em di pey armancekê de biçin.

Gelekî eşkere ye, yê ku hestên wî pêşneketine, feraseta wî/wê jî pir zêde pêşnakeve.

Ji şivaneke ku jiyanê di nava sînorên teng ên aboriyê de dizane, ji keseke ku hemû karê wê dotina çend bizinane, mirov nikare hunerkarbûnê jê hêvî bike, ji xwe nikare bibe jî. An jî karkereke sextimanê  (inşaat) ku bi şev û roj di nava xwêdanê de kar dike, nikare bibe xwedî hestek bihêz. Ji kesên ku xwe mehkûmî hilberandinekê kiriye hunermend çênabe.

Em weke gel, rewşa xwe şîrove bikin; geleke ku evqas hewl dide jiyana xwe hêsan rizgar bike, nikare bibe xwedî ezmûnekî bihêz. Dema ku wisa jî nebe, nikare çalakiyên şoreşgerane û siyasî pêkbîne. Çima? Ji ber ku ji bo wê ya girîng, bidestxistina şorbeyek û pariyek nane. Ev ji bo jiyankirinê girîngin, lê belê hûnê paşve bimînin. Hûn çi dikin bikin, divê hûn di rewşekî wiha de jî hunermendekê ava bikin. Hûnê zimanê hunera vê jiyana zehmet peyda bikin. Bila ew jiyana Kurd a bi êş bîne ziman, mûzîk û nîgara jiyanê ya biêş çêbike. Heta ku ev saz nebin, civak ji bilî vê riyê nikare xwe ji wê rewşa çors, madî û têra xwe biêş û di asta jêrde mayî rizgar bike. Huner, di mercên jiyaneke ku nayê pejirandin de an jî di tengezariyên wê de weke ezmûneke xilasbûnê an jî rizgarbûnê destpê dike.

Huner; li hemberî belaviyê û fetisandinê peydakirina çareserî û henaseyê ye.

Em pir baş dizanin ku di rastiya me ya civakî de li kêleka asteke paşketî ya ab

oriya civaka me, asteke pir paşketî ya hunerî jî heye û bi hev re dimeşin. Her wiha xirabkariya mêtingeriyê ewqas berfirehe ku, ewqas avahiya jêrîn a jiyanê tengkiriye ku, hunera ku avahiya jorîne hema hema tine bûye.

Di me de dengekî pir lewaz heye. Kurdîtî hinekê di stranan de dijî. Hinekê di lorîn û awazên mirovên paşvemayî de dijî. Di hemû qadên din de hatiye tinekirin. Ev jî tê wê wateyê ku asta hunerê, di heman demê de asta civakî dide nîşandan. Lê dîsa jî bangawaziyek, nasnameyek û nîşaneyekî jiyankirinê ye. Tu dikarî weke giyayekê bijî, lê belê ev nayê wê wateyê ku nîşaneyekî jiyanek başe. Tu dikarî bêjî li Ewrûpa yê di warê ekonomîk de rewşa min başe yan jî li ser navê hinekan dikarî bibî hunermendek jî. Ev nayên wê wateyê ku mirovê Kurd ji bo rastiya xwe ya netewî dijî. Ma ya girîng raveya dîroka bingehîn a xwe û rastiya civaka xwezayî ye yan na, û peywendiya wê pêre heye yan na? Eger wisa be dikare îdîa bike ku dijî. Mûçeyek heye, lê belê tu vî mûçeyê ji kî digirî? Dibêje, baş rehetbûm, “sinetkarek başim” lê belê ji bo kî? Bi kîjan dîrokê re, bi kîjan rastiya civakî ya bingehîn re peywendiya wê heye? Weke giya dijî, lê belê dibêje “Ez Kurd’im” an jî “Ez jî Tirk’im. ” Ti wateya vê yekê nîne. Weke keran kar dike ewqas. Nabe ku nasname bi vî rengî bê nîşandan. Bi hemû awayî demagojî û şovenîzma vê nikare bibe peyta nasnameyê. Binasname bûyîn, tê wateya mirov bi nirxên bingehîn ên rastiyê ve girêdayî ye. Ancex rastiya îdeolojîk, siyasî û şoreşî dikare bibe nasnameyek.

Ji bo van hemûyan jî huner; bangawaziya “Nasnameya xwe peyda bike û bi rastiyê re peywendiya xwe ava bike” ye.

Berovajîvê; ne hunere, demagojî ye, her wiha xwepêxweşkirin, li ser navê hunerê paşverûtî û jirêderxistine. Huner di civakê de, xwedî wê taybetmendiyê ye ku dikare jiyana ferd zindî bike û rih bidiyê.

Tu dikarî bê aborî kêm jî be bijî, lê belê tu nikarî bê rih û ax bijî.

Heta eger em di warê îdeolojîk de jî rola hunerê destnîşan bikin; mirovek çiqas bikeve nava hunerê, ewqas dikare temenê xwe dirêj bike û xwe hinekê têr bike. Kesekî sêhrkar, efsûnkar, zanyar, oldar û hwd. çiqas bikeve nav hunerê, ewqas dikare serbikeve û xwe têr bike. Siyaset, heta zanist jî peywendiya xwe bi hunerê re heye. Ji bo wan jî ev mijar bi vî rengî ye. Tu çiqas xwe bixî nav hunerê, tu ewqas dikarî serkeftî û bibandor bî.

Huner, tê wateya rihekî afirîner.

Espiriyeke!

Dema ku te civak ji hunerê qut kir, tê wateya ku te ji nasname û rih jî qut kiriye. Ya li paş dimîne jî koma tilxeya  (moloz) ye.

Serok APO