MÎNA ZİMANÊ RASTİYÊ WÊJE

 

 Di zimanê leşkertiyê de ferman û fermandarî bi xîtabek serwer dimeşe...

Jiyan veguhertina bûyerek mezin, jiyan kirina malê netew û mirovahiyê di destê mirov bi xwe de ye. Tişta bi temamî em dixwazin bikin û bi ser bixin jî eve. Jiyan bi netewkirin, civakîkirin û gihandina çandekê rakêşwerî û jîndarkirine. Weke zarokan xwe xapandin, giriyandin, nalandin, xwe reben kirinê ve mirov nikare bigihîje ti derê, piştî ku mirov çareser nebe, di erkan de ti pêşketinê çêneke ev kar pêşnakeve. Bi hişyarî û nêzîkbûnek pêşverû ya mezin ve me feraseta xwe ya berpirsyariyê nîşanda. Hewldana em qala wê dikin wisa tê diyarkirin. Yên ku me herî dersên jiyanî dan wan jî çawa xwe û me xerc dikin li ber çavane. Hew dikarin bi awayekî hêsan xwe têxin nav destên dijmin. Ji wêrektiya em didin wan vî tiştî fêm dikin. Bi awayekî erzan darazan dikin, ya rastî ti carî ji nêzîkbûnên me encamek wisa nayê derxistin.

Êdî ev meseleyek terbiyê ye. Hevalekî got: “Min ji dayîka xwe re nameyek nivîsand. Min got; we çima ez mîna bêterbiyekî mezinkirime. ” Raste. Bi me êşa gihandina bêterbiyetiya mezin didin jiyankirin. Hewldanên me tenê encamên sînordar digire. Em ji van re dibêjin zarokên pîremêr. 

Bûyera ku em jêre dibijên hacûcî  (Cuceleşme) ne teşeyeke jiyana raste. Di şoreşê de hacûcî nexweşî ye.

Di têkoşîna siyasî de nexweşiya hacûcî, bi taybet navê rewşa ne zeftkirina mezinbûna şoreşgerî ye û tişta herî zêde tê jiyankirin jî eve. Kes çi dike bila bike pêwiste bizanibe xwe mezin bike. Bê ku mezinbûna leşkerî, ya siyasî û şoreşgerî hebe jiyan gelekî zore. Hêza kî/ê hebe bila xwe mezin bike. Berovajîkirin û bi mebestên sûbjektîf ên ne hewce ve pêwîst nake ev bê valederxistin. Bi vê ti tişt nayê bidestxistin.

Li hemberî nirxên partiyê neşayanbûn; çiqasî bêhaweye, ji cîdiyetê bêparî û kesayeta lingên li hewa û ji rastiyan dûr rave dike. Ev jî ti carî nikarin di hunera têkoşînê de gav bavêjin.

Zimanê rastiyan rê nade berovajîkirinê. Zimanê rastiyan her cidî ye.

Me bi giranî xwest kesayeta Kurd ji zimanê derewker rizgar bikin. Me xwest ji zimanê çewt, zimanê kesayeta ji rastiyan qut bûye dûr bixin. Berovajî vê me xwest bi nirxên bingehîn girêbidin, bi jiyanê û bi taybet jî bi milên wê yên siyasî, civakî û leşkerî ve pêwendîdar bikin. Bûyera ku zimanê rastiyê îfadeya xwe têde dibîne jî xîtabe.

Xîtab hunereke.

Li gorî ku şoreş jî hunereke herî cidî ye, divê xîtaba şoreşê jî ewqasî xurt û pêşketî be. Pêvajoyên şoreşê di heman demê de pêvajoyên xîtaba xurtin jî. Tê gotin ku “Pirsgirêka şoreşê ya bingehîn siyasî ye. ” Siyaset jî nîv bi nîv xîtabete. Dema ku pêkhateyên siyasî û dewletên xurt derdikevin holê, pêre katîbên xurt jî derdikevin. Heta di pêvajoyên wisa de pêşbirka xîtabetê destpêdike. Serdema Romayê bi tevahî xîtabe, dîsa serdema Yûnan a klasîk bi giranî serdema xîtabê ye. Di derketina Îslamê de jî xîtab û xweş axaftinek gelekî mezin a Ereban heye. Hûn ji kî derê ve lê temaşe bikin, hemû pêvajoyên serûbinî bi xîtabek xurt destpêdikin. Mînak zimanê Kur’anê bi xwe jî, mînakek xweş axaftin û xîtaba mezine. Xwendina suret û bangê giş xîtabin. Dîsa dema parlamentoya Tirk saz dibe, Mistefa Kemal çawa xîtab dike! Bi kurtasî îddîaya siyasî ya bingehîn ku jiyanê ji nêz ve eleqeder dike, bi xîtabek xurt tê meşandin.

Mirovên Kurd di mijara xîtabê de lal û ehraze. Nikare baxife ango şêwazekî derewan û bêzar bikartîne. Nikare baxive. Ne bi Kurdî, ne bi Tirkî ne jî bi Erebî. Em dev ji axaftina bi xîtab berdin, ne xwediyê zimanê axaftinek ji rêzê ye jî. Mînak, zimanê kadroyan di rêxistin ango ferman û perwerdê de gelekî kême. Pir zêde zerarê dide. Şêwazê xîtaba wî parçe, derewan û ji derxistina cewher gelekî dûre. Xîtab, uslûp û teşeya teyisandina derve ye. Ger cewher nîn be, zanebûn nînbe bixwazin zimanê çûkan jî bikarbînin, bilbil bin dîsa jî hûn nikarin bi bandor bin.

Ji bona axaftinek xurt jî naverok, bawerî û ezîm pêwiste.

Dema ku ev nînbin hûn ê çawa baxivin? Hûn ê çawa bibin xwediyê xîtabek bi bandor? Mirovên belav, bê pergal û bêdanehev nikarin baxivin û şêwazek saxlem raber bikin. Ev wêne li mirovên me sepandin, nîv bi nîv zimanê wî girtin û kişandina derve; dîsa bi werandina pêşî, çep û rastê wî ve pêkane. Dibe ku bi vî şêwazî bizivire şêwaz û helwestekê.

Rexmî ku xîtabet çeka herî bi bandore jî, ev çek di nav refên me de hew ji bona kûrkirina feraset, kêmanî û tevliheviya xwe bikartînin. Di hinekan de zimanê ezop, di hinekan de jî pisportiya hevoka di nîvî de hiştin heye. Di hineke din de jî dixwazin kîjan ramanê vebêjin nediyare. Tişta dixwaze bêje ji sedî deh jî nikare têke nav hevokê. Şêwaza derkirina tiştên hundur a derve bi rastî jî dil li ser dêşê. Ez heta niha di civînek partiyê de nebûme şahidê xîtabek xurt. Yanî em ji devên hevalan peyvan hema hema bi kelbeten derdixin. Diyare ku ev lewaztiyek gelek mezine.

Di zimanê leşkertiyê de ferman û fermandarî bi xîtabek serwer dimeşe. Ev bi xîtab dide guhdarkirin, rêzdarî dide avakirin, heta otorîteyê dide hîskirin, ger pêwist be di tirsîne û bi wêrekî dimeşîne.

Lê li yên bibin fermandar temaşe bikin; zelûle, nizane fermanê bide, berevajî ye, ji dêvla wêrek bike ditirsîne, ji dêvla bitirsîne xemgîn dike. Mîna hemû xalên din di vê mijarê de jî kêmaniyek mezin didome.

Ev çima wisa ye? Piştî kesayeta Kurd ewqasî deforme bû, girêdana xwe ya bi rastiyan re winda kir, bêteşeyî û nebûna cewher ewqasî guherî, bêguman nagihije xîtabek xurt û fermana wê ya bingehîn. Bi rastî jî dema em lê mêze dikin; ger asta siyasîbûn û leşkerbûnê paşketî be, teşeya wê ya xwe li derve dide jî paşketî ye. Em li wêneyên şervanên xwe temaşe dikin, tertûbelave. . . Li milekî şal gerêdana wî, li milên din parkeyê wî, li milek din bestika wî ya xwar, pişkokên wî yên jêketî; bi kurtasî seknek wî ya têkûz nîne. Heta vê seknek dihesibînin, çiqasî belav û aware bisekinin xwe ewqasî qewîm dihesibînin. Dîsa rapor tên nivîsandin, zimanê raporan azarê dide mirov. Di raporan de ji dêvla ramanek xweş çiqasî tevlihevî û dilêşî hebe wan rêz dikin. Çima? Ji ber di kesayetê de serwerî û berpirsyarî nîne. Di hemû raporan de hal û tevger hatine rêzkirin. Hovitiya gundîtiyê derbas nakin û tevgerên wê serwerin. Yanî kesayet û nasnameya şervanê artêşa rizgariya gel pir zêde tê de nîne. Em bi hêsanî dikarin bêjin ku şêwazek gundîtî ya erzan tê jiyîn. Ev kesayetên di heman demê de rewşenbîrên pozbilindin jî; her çiqasî devên wan baxivin jî ji naverokê dûrin û ziman dirêjin. Yanî hema hema bêteşebûneke ewqasî giran serwere.

Hemû siyasetmedarên girîng, erkdarên dewletê, kesayetên leşker; bi salan xîtabet û teşeyê fêr dibin û bandorbûnê teqez di kesayeta xwe de pêktînin. Teşe û katîbên pir girîng ên dewlet û şoreşên pir girîng hene. Em vê, di civakên bi giştî bûne qurbanê dagirkerî ango herî kûr ketîbûnê dijîn de jî pir zêde nabînin. Yek ji wan jî baş û rast nikarin baxivin.

Rastiya wî nîne ji ber ku rastiya xwe winda kiriye.

Rûyê wî nagire baxive. Niha gelên me çima ewqasî şermoke, çima rûyên hemûyan ewqasî sor dibe? Ji ber rastî ji dest hatiye girtin.

Yên rastiyên wan nebin wê pişta xwe bidin çi û baxivin?

Bêhêze

Serok APO