Çawa Bijîn

 

 Vaye roman, hinekê jî hewldana di navbera vê dualîteyê de rave dike...

Ya ku em dixwazin di vê qadê de bidin pêşxistin, di bingeh de pêşnûmeya romaneke şoreşgerî ye.

Em dikarin bêjin ji pêvajoya hilveçirîna girêka kor ku di civaka Kurd de hatiye çêkirin û pêvajoya ber bi rizgariya nû ve bi romanê hunandin ango bi romanê anîna zimane.

Bersiva em ji “Çawa Bijîn’’ re bidin di wateyekê de dibe roman.

Em raveya şoreşê ya bîrdozî, polîtîk û leşkeri, dîsa stratejî û taktîkê pêş dixin. Her wiha pêşketin çêdibin û diçin. Lê di heman demê de ger ku em pirsa “Jiyana şoreşger wê çawa be’’ nebersivînin, em ê şoreşa xwe ji pêşketineke giyanî ya girîng û ji teşeya libatê mehrûm bihêlin û eşkereye ku ev ê ne saxlem be. Lewma ji bo milîtanek şoreşger pirsa “Çawa Bijîn’’ sotînere. Ji xwe têkoşîna rizgariya netewîya ku di bin Rêbertiya partiya me de pêş dikeve, hemû civak hewandiye, tenê ne ji bo milîtan, ji bona hemû takekesan şêwazeke jiyana şoreşger ka çawa pêwîste bê peşxistin, bi qasî nan û avê bi misogerî aniye halê pêdiviyekê. Di nava civaka me de paşverûtiyên ruhî û reftarên xirab hene. Dema têkiliya vê bi metingerî, Kemalîzm û dîsa bermahiyên serdema navîn ve bê lêkolan û dahûrandin, wê bê dîtin ku; çiqas têkilî û şêweyên jiyana bê hilweşandin û li hemberê bertek bê raberkirin hebe, ewqas jî pêdivî bi têkîlî û şêweya jiyana ku bikeve dewsa hemûyan heye.

Vaye roman, hinekê jî hewldana di navbera vê dualîteyê de rave dike. Têkilî û teşeya jiyana ku pêwîste bê derbaskirin, têkilî û teşeya jiyana pêwîste bê parastin lêkolîn û lêpirsîn dike, dahûrîn dike û ji nû ve ava dike. Ev yek ger ku teknîka hunerê baş bê bikaranîn, di wê rêjeyê de, wê ji şoreşê re tevkariya herî baş bike. Bes dema ku têkoşîna me ya şoreşgerî dibe mijara gotinê, ger rastiyên dîrokî yên vê şoreşê, bi teşegirtina civaka ku xwe li ser radigire, bi taybetî li gel pêvajoya dîrokî ya nêzîk ve rastiya ku îro dijî, bi astek nêzî zanistê ve aliyên pêşketinên dibêtî ve bên nirxandin û ji romanê re zemînekî wisa bê berpêşkirin, em dikarin destnîşan bikin ku pêdiviya vê romanê pala xwe dide an jî divê pala xwe bide ser binyada rastiya sosyalîst.

Ev yek di heman demê de, di bingehê daneyên zanîstî de derdikeve holê, ew aliyên ku kevneperestî bi her awayî pê re çêdikin, şûnde dikişînin, vesazî dikin û helwesta ku dixwaze nûjenî bike, ji her cure temsîla vê re bi rexneyekê bersivê dide. Li ba vê yekê, xwedî li rasteriya pêşkeftî derdikeve, ji bona pêşengtiya vê bêrî, azwerî û bilindbûnê esas werdigire. Ev roman, rastiya tê jiyîn tam jî bi vê teşeyê digire dest, di bingeh de jiyana takekes a ku bi hilweşandinê re rû bi rû maye û piştgiriyê ji jêr û jorsaziya civakê werdigire çavdêriya hilweşandina wê dike û bi şêweyek herî radîkal rexne dike. Lê di heman demê de hewl dide derbixe holê ku ya li şûnê bê bicîkirin ka wê çawa be û hewl dide girêdana wê bi kevirên bingehîn ên jêr û jorsaziya tevahî jiyana nû ya ku divê bê pejirandin ve ava bike. Ev, dikare di kesayeta kesekî an jî çend kesan de ji avakirina nû ya hemû civakê re rê veke. Li vir sê-çar kesayetên ku werin destgirtin, wê di heman demê de ji dahûrandina rasteqîna dîrokî û civakî re, rê veke. Çend tîpên ka kîjan dîroka paşdemayî têkiliyên civakî yên vê dîrokê temsîl dikin baş dahûrîn dike, baş çavdêrî dike, baş rexne dike û ji nû ve ava dike. Ger ku vê yekê çiqas bi kûranî, çiqas bi xweşikî û çiqas bi hunerî bigire dest, wê ewqas jî bikare berhemek saxlem derkeve holê. Êdî ev, bi hêza hunermend ve girêdayî ye. Hindek xeyalên xwe dide axaftin. Yanî di vir de ji zanistiyê zêdetir xeyal dana axaftin, xwestek, bêrî û azwerî anîna ziman mijara gotinê ye. Li hember çi me, çi dixwazim, divê çi hilweşînim, çi ava bikim; çi kirête, çi xweşike; çi nayê jiyîn, çi tê jiyîn; çi tê pejirandin, çi tê redkirin; çi tercîha min e, çi ne tercîha min e, van pirsan eşkere dipirse û bersîvên tûj dide. Bersîvên ku bide, wê giştî civakê eleqeder bike.

Vaye, ew pêşnûmeya romana ku em dixwazin pêş bixin, pêwîste kêm-zêde li derdora van pirsan bê derxistin. Rastiya tê jiyîn jî di wateyekê de eve. Li ba pêwendiya vê rastiyê bi mezintirîn kevneperest û muhafazakar, yanî bi mêtingeriyê û bi bermayên feodal ve, di heman demê dehewl hatiye dayîn ku ew civaka ka çawa bi nûjeniyeke sexte ve tê cîlakirin derxîne holê. Heta dema welatparêziya sexte, di bin navê çepgirên sexte de, kesayet an jî kesayetên heyî çi ne tên ravekirin, li gel vêgirêdana rizgariya civakî ya nû bi nasnameya netewî re an jî di asta kesî de temsîlkirin çawa dibe; kesayetên wisa çawa derdikevin holê û çawa têdikoşin, ev yek jî hatiye destnîşankirin.

Weke din jî, qala kesayetên xeta navîn hatiye kirin. Ew kesayetên ku lingekî xwe li bermaya serdema navîne û lingekî xwe teşegirtina civaka nû de ye, her tim şopa herdu aliyan temsîl dikin û xwe li dijî her qonaxa girîng ferzkirina wan hatiye rexnekirin. Bi taybetî dahûrînên Serokatî  (em dikarin bêjin dahûrînên bingehînin) yên di vê mijarê de pêşketinên ku derxistiye holê, bi girîngî lêkolînkirin û ji bo romanek şoreşgerî weke amûrekî nirxandin dibe ku tevkariyekê bike. Ev xet kêm-zêde di dahûrînan de hatine derxistin. Dahûrînên kesayeta bingehîn; di jiyanê de, di nav şerê germ de hatine bi ceribandinan derketine holê. Ango ev ne xeyalî ne, rastiyên ku şoreşê derxistîholê ne.

Lewma dane û kelûmelên ku romaneke rasteqînî pala xwe bidê mijara gotinê ye. Yanî ewqas kelûmelên ku di wêjeya çi welatî de nehatiye peydakirin hatine bidestgirtin. Qehremantî, xiyanet û xeta navîn ên ku têkoşîna rizgariya netewî di bin Rêbertiya PKK’ê de derxistiye holê, daneyên bêhempa ne û heta dikare li ser her qonax an jî li ser her kesayetekê, pirtûk jî bê nivîsandin. Em tenê hewl didin derbirîna vê ya giştî, girêdayî pêvajoyên rizgariya netewî û partiyê bidin. Pêşnûmeya romanê hewl dide ji aliyekê ve rastiya metingerî û Kemalîzma Tirk a faşîzan, ji hêlekê ve rastiya Kurdistanê ya eşirî û feodaliya serdema navîn, ji aliye din ve jî rewşa kedkar, karker û gundiyên xizan, ew kes û têkiliyên ku ji pêwendiyên eşîrî û feodalî hatine qutkirin û teşegirtinebîne ziman. Û PKK di wateyekê de eve. Roman, hewl dide pêşketinek di vê wateyê de di asta hunerî de pêş bixe. Him berhemek pêşketina şoreşî ye, him jî ji bo pêşketina şoreşgerî teşeyekê dide. Her çendî şoreş bi helbest, mûzîk û wêneyan nayê pêkanîn, ji bo pêşxistina wê ya cewherî bêguman wê roman tevkariyekê jê re bike. Pêşnûme kêm-zêde ji xwe re kiriye armanc ku vê naverokê bide.

Ya rastî kesayetên bingehîn mijara gotinê ne, lê ger em gelek kesayetên wekhev pênase bikin wê kelûmel bêtir dewlemend bibin. Lewma bi neqandin, yekirina gelek qismên baş, yanî gihandina sentezekê ve roman dikare pêk were. Di vê pêşnûmeya romana ku em dixwazin bidin de, bi komên curbecur anket tên çêkirin. Em li hember kîjan jiyanê bertek raber dikin û em bêriya kîjan jiyanê dikin tê lêpirsîn. Dîsa pirsên weke çi başe, çi xweşike; çi raste, çi çewte; çi kirête, çi xirabe pir vekirî tên pirsîn. Ji ber ku roman jî hindekê di nava van têgînên bingehîn de pêş dikeve. Dîsa pirsen weke hûn ji ku derê tên, jiyana kevin çi ye, jê qutbûna we çawa ye; dîsa pêwendiyên we bi jiyana nû re çi ne, hûn çawa pê ve hatin girêdan, hûn dixwazin çawa pêş bixin, gelek caran tên pirsin. Di aliyê din de bilez pêşnekeftin û nebûna milîtanek şoreşger ka çi diderbirîne; xuyangên vê yên curbecur çi ne; di kesayetê de ji çi re rê vedike? Ev tên lêpirsîn û hewl tê dayîn bi rêbazek rast ve, pêşxistina şoreşê ji vê hêlê ve bigihîne tevkariyekê

Serok APO