HUNER, WÊJE Û GİYAN

Şoreşa di jorsaziyê de dest pê dike, her wiha jêrsaziya xwe jî têkûz vediguherîne...

Pêşketina civakî, li ser bingeha rexneya rastiya civakî ya ku kesayeta divê dev jê bê berdan pir dide axaftin derdikeve holê. Bi vî rengî di şêweya jiyana ku encama kombûna têkîliyên civakî ye û kesayeta hatî pejirandin dide axaftin, rastiyek zêde dahûrîner û veguherîner rave dike.

Di teşegirtina netewî de kêliyên veguherîner ên çawanî, kêliyên şoreşî ne.

Ji bo pêkhatina her çêbûna civakî, şoreşa ku tê wateya serûbinbûnek bingehîn, destpêkê li qada zanistî pêş dikeve. Pêşketina zanistî jî hîn şênbertir, bi rêxistinî û çalekgeriyê re; tasfiyekirina têkîliyên jorsaziyan ên teng û li pêş jiyanê astengin, weke erkek girîng ji xwe re esas digire.

Bêguman hewldanên fikrî yên Tevgera şoreşgerî, heta ku li dijî fikrên kevin û bîrdoziyan têkoşîna xwe ji kûranî ve bimeşîne, wê naveroka bîrdozî û xeta xwe derbixe holê. Her wiha wê dîsa vê têkoşîna xwe, dema li dijî saziyên jorsaziyan ên heyî di hewldana pratîkî de nîşan da, êdî nikare di nav qalibên zagonan de bê girtin. Bi rêbazên zagonî û aştiyane têr nabe. Wê hewl bide bi rêbazên tundî xeta xwe ya siyasî veke. Pêşketina siyasî hewce dibîne. Bi vî rengî destpêkê li qada bîrdozî û paşê jî qada siyasî pêşketina şoreşgeran derdikeve holê. Ger tundiya şoreşê, birêxistinkirî û hûrûkûr hat sepandin, wê têkoşîn ber bi qada leşkerî ve biherike. Lewma pêşketina şoreşî ya bîrdozî û polîtîk jî berdewam dike. Ger bigihe serkeftinê, wê jêrzemîna xwe jî veguherîne. Şêweya hilberîna kevin biruxwîne. Têkîliyên astengiyê çêdikin berteraf dike. Di serî de têkîliya sermiyana nû, ji bo pêşketina hêzên hilberînê çarçoveyek guncav ava dike û hewl dide pêşketina wê temam bike.

Şoreşa di jorsaziyê de dest pê dike, her wiha jêrsaziya xwe jî têkûz vediguherîne. Di vê derê de pirsa herî girîng ku bê bersivandin eve: Erka wêjeyê çi ye? Ango pêwîste bi giştî huner, bi taybet jî wêje û dîsa ew romana ku beşek girîng a vê yekê ye bi pirsa erka şoreşî çiye, ku em bibersivînin. Ger huner nebe em nikarin qala civakan bikin. Lewma huner, ji bo civakbûyîn û pêşketina civakî amrazekî jênegere. Bi taybetî, ji ber ku mirov nêzîkatiya xwe ya li hember xwezayê bi zanistî û bi polîtîkayê tam nikare dahûrîne û nikare giyana xwe bi têrbûyîneke daringî têr bike, wî ber bi teşeyek têrbûneke cewaz, yanî ber bi hunerê ve dibe. Di vê wateyê de huner, derbaskirina pêdiviya giyanê esas digire. Bêguman pêwendiya vê bi raman ve heye. Bi hêsanî mirov dikare diyar bike ku huner, warekî pir girêdayî xwe vedibêje.

 Gelek teşeyên cûr bi cûr ku xwestekên giyanî di nava xwe de peyda dikin, weke berhemên hunerî derdikevin pêş me û her wiha têrbûna arişî pêk tînin. Berhemên pergalê jî dem bi dem hunerê bandor dikin. Dîsa pêşketina polîtîk jî pir ji nêzîk ve pêwendiya xwe bi huner re dide avakirin. Lê ji van tevan re em nikarin bêjin huner. Di aliyê din de, di polîtîka û aboriyê de mirov dikare qala hunerê bike. Gelek bîrdoziyên curbecur nêzî huner dibin. Di vir de ya bê têgihiştin eve ku; huner ji faktorên civakî yên din zêde bandor dibe, lê naşibe wan ango dibe siyeke wan a pasîf. Lê belê weke pêdiviyeke çalek û jêveneger jiyîn û hîskirina wê mijara gotinê ye.

Dikare bê gotin ku jiyan, li gor pêdiviyên mirovahiyê bi teşekirin, di vir de tevahî amraz û rêbazênku tên dîtin, dikevin berfirehiya hunerê. Bûyera ku em dibêjin dengekî xweşik, dîmenê bi çav xweş tê, helbest ango destana baş a ku xîtabê giyan dike weke cureyekî hunerê tên nirxandin. Dibe ku ev tinebin jî jiyan bidome, lê ev yek razberkirineke. Di her nihêrtinê de heman veqetandina xweşikbûn û kirêtiyê heye. Dîsa di her nêzîkatiya giyana mirov de tiştên ku li xweşê diçin û naçin hene. Libat û tevgerîna baş heye, libat û tevgerîna şaş heye. Lewma civakek yan jî takekes her çendî bilind dibe  (bi taybetî dema ku çalakiyên hunerê dibe mijara gotinê) ku pêşketin hatibe pêkanîn yek jî di vî alî de dibe derbirîna pêşveçûnê. Yekî ku di nava teşeya hunera pir paş de maye ango di nava teşeya libata pir paşdemayî de seyr dike û diçe, qala hovebertiya wî tê kirin. Kesayeta ku kûrbûna giyan û dewlemendiyê bi xwe re peyda nake, ji mûzîk, dîmen û bi her awayî teşeyên lebata huneriyên curbecur bandor nabe û nakeve ferqa vê yekê, rehên jiyana wî ziwa bûne. Lewma, kêrhatina civakî ya huner bê nîqaşe. Bêyî wê jiyan tenê dikare nêzîkê jiyaneke ajalî seyr bike. Sînorê ku ajal, bi mirovatiyê re dibe yek, dikare biderbirîne. Ev, ne jiyaneke ku were pejirandine.

Bi vê wateyê di her qonaxa pêşketina civakî û pêngavên çawaniyê de rastiya pêşketinê ya hatiye pêkanîn, di heman demê de rastiya pêşketina hunerê jî dide diyarkirin. Ji xwe qonaxên civakî yên serûbinbûnên girîng, di heman demê de bi hewldanên hunerê ve darîçav dibin. Her serûbinbûn di destpêkê de li warê hunerê pêş dikeve; him hunerê bandor dike, him jî jê bandor dibe. Bi taybetî qonaxên şoreşî, weke ku bi hunerê tên amadekirin, di gihandina teşeyên çawanî û xurt de bandorek girîng çêdikin. Huner bi vê wateyê li hember zoriyên jiyanê henase wergirtineke firehe. Yanî ew giyana mirov a ku teng bûye, bi hemû behremendiya pêhesîna xwe ve fireh kirine. Bi tiştên heyî û kevin qîma xwe pê ne anîne. Qîma xwe pê ne anîna wê jî, hêz qezenckirine. Dikare pênasa şoreşa hunerî wisa bê çêkirin.

Civak û welatê Kurdistan dema ku dibe mijara gotinê, di pênaseya giştî ya guncîn a hunerê de tişta ku dikare bê gotin, tevahiya civakê di mercên feodal û mêtingeriyê de hatiye rewşeke ku nikare henase wergire, xwe bide pêşxistin û ev yek jî, li ser hunerê bandorek pir neyênî çêkiriye. Lê belê di vir de ya herî girîng eve: Gel, di gelek dezgehbûnên jorsaziyê, têkilî û hêzan de tevî ku pir zorayî kişandiye ango hatiye qedandin, lê sînordar be jî, xwe tenê bi huner dikare bide jiyîn, dîsa derbirîna nasnameya xwe dikare tenê bi hunerê bidomîne. Em vê yekê dibînin. Ev yek jî hêza huner nîşan dide. Huner dibe taybetmendiyeke civakî ya dibe ku dawî bin bikeve û bê windakirin.

Serok APO